Fîkrî Işikê Alîkarê Serokwezîrê ku bo ziyaretinan hat Bîngolê, piştî ziyareta ku li Walîtîyê kir re bi endamên çapemenîyê hat bal hev û derbarê rojavê de daxuyanî da.

Işik di daxuyanîya ku da de derbarê êrîşa ku doh li Zanîngeha Eskîşehîrê hat kirin û tê de 4 akademîsyen hat kuştin de diyar kir bûyer tê lêkolînkirin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bûyereke kovandar e. Mirina 4 însanên masûm me temaman êşand. Ez sersaxîyê didim temamê camîaya akademîyê. Em dizanin bûyer bi şikleke hûrgilî tê lêkoklînkirin, ew ê di encama lêpirsînê de temamê rastîyan derkevin holê."(ÎLKHA)