Hat ragihandin li Fakulteya Perwerdehîyê ya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê êrîşeke çekdarî hat kirin, di encama êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin akademîsyenê bi navê Volkan B. Ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn êrîşa çekdarî li dar xist. Di êrîşa ku hat lidarxistin de 3 akademîsyenên bi navê Mîkaîl Yalçin, Yasîr Armagan, Fatîh Ozmutlu û Serdar Çaglak jiyana xwe ji dest dan.

Kesê êrîşkar hat binçavkirin û hat birin Midûrtîya Ewlehîyê.(ÎLKHA)