Kerwana Umudê yê ku bi xebatên alîkarîyê yên ku dike navê xwe derdorê daye hesandin bênavber xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Kerwan di meha adarê de jî ji gelek malbat û kesên feqîr û jar re alîkarîya neqdî û aynî kir.

Kerwana Umudê di serî de li Diyarbekir û Êlihê û her wisa li gelek bajarên din di meha adarê de alîkarîya gelek malbatan kir.

Kerwan li Diyarbekirê di bihaya 133 hezar û 181 tlyan de ji 763 malbatan re, li Êlihê di meha sibat û adarê de di bihaya 17 hezar û 810 tlyan de ji 449 malbatan re alîkarî kir. Her wisa li Malatya, Çewlig û Midyadê jî ji gelek kesên feqîr re alîkarî hat kirin.(ÎLKHA)