Hat ragihandin niştina duyemîn a Lûkeya Sêalî ya Sûrîyê dê di 4ê Nîsanê de bi beşdarbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vlademîr Putîn û Serokomarê  Îranê Hesen Rûhanî li Enqerê bê tertîpkirin.

Di lûtkeya ku dê bê tertîpkirin de li ser çareserîya siyasî ya li Sûrîyê bê rawestin û ew ê 3 welatên garantor dê mijarên mîna parastina yekbûna axên Sûrîyê, herêmên kêmkirina rageşîyê ya ku di encama demajoya Astanê de hatibûn diyarkirin, gavên ku dê bo çareserîya siyasî bên avêtin û micadeleya "bi teriorê"  gotûbêj bikin.(ÎLKHA)