Di bin bunyeya Hêzên Asimanî yên Alman de tev de 93 balafirên şer ên bi tîpa Tronado hene; derbarê van 93 balafirên şer de hat ragihandin ev balafir ne xwedîyê taybetîyên teknîkî yên pêwîst in û divê demildest ev balafir bên modernîzekirin.

Kovara Der Spîegela ku li Almanayayê heftîyane weşanê dike ji vê yekê re deqên mexfî yên Wezareta Parastinê wek çavkanî nîşan da û destnîşan kir 93 balafirên şer ên bi tîpa Tronado ji hêla teknolojîyê ve kêmasîyên wan hene û ew pergala astengkirina lêxistina jetên muttefîkan a ku NATO teleb dike bi wan re tuneye.

Tê diyarkirin ew pergala ku tê telebkirin mimkûn e ku heta sala 2019an li balafiran bê montekirin.(ÎLKHA)