Hat ragihandin li 5emîn kîlometreya Rêbeja Entab-Edenê otomobîl û mînîbusek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi  plaqeya 34 JK 6369 û mînîbusa bi plaqeya 27 GE 705 li 5emîn kîlometreya Rêbeja Entab-Edenê li hev qelibîn. Ji ber qezaya ku pêk hat 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)