Doh ji teref endamên MÎTê ve li Kosovayê li dijî 6 kesên ku endamê FETO ne operasyon hat lidarxistin. Piştî vê operasyona ku ji teref MÎTê ve hat lidarxistin re li Kosovayê, wezîrê karên derve û serokê îstîxbaratê ji wezîfê hatin girtin.

Serokwezîrê Kosovayê Ramush Haradînaj piştî operasyona ku hat lidarxistin re derbarê mijarê de diyar kir haya wî ji operasyona ku hatiye lidarxistin tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wek Serokwezîrekî kesî derbarê operasyonê de tu agahî neda min. Ji ber vê yekê ez ê di çarçoveya makeqanûnê de bi mijarê re eleqedar bibim."

Serokomar Kosovayê jî derbarê mijarê de diyar kir welatê wan neserfiraz bûye.

Serokomar Erdogan jî di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de diyar kir operasyona digel îstîxbarata Kosovayê hatiye kirin.(ÎLKHA)