Di êrêşa ku li Erûha navçeya Sêrtê hat rastkirin de 6 parêzvanên ewlehîyê jiyana xwe ji dest dan, jê 4 leşker, 3ê jî parêzvanên ewlehîyê birîndar bûn.

Bûyer di saetên sibehê de li navçeya Erûhê li nêzîkî gundê Ormanardi li şantîyeyekê qewimî. Li gor agahîyên hatin wergirtin ji teref PKKyîyan ve bombeyên bi desta hatîye avêtin şantîyeyê.

Di rêrîşê de; parêzvanên ewlehîyê, Siddik Ertan, Mehmet Oktay, Abdullah Yuztaş, Seyfettîn Baykûl, Nevzat Gokçe û Mehmet Eren jiyana xwe ji dest dan. Leşker û parêzvanên ewlehîyê, Halîl Okan, Refîk Guneş, Şukru Eda, Salîh Yerçene, Mehmet Oncul, Selahattîn Guneş û Emre Dût jî birîndar bûn.

Piştî xeber hat dayîn, ekîbên tendirustîyê hatin sewqkirin cîyê bûyerê. Kesên birîndar ji teref ekîbên tendirustîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Cinazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan jî rakirin morgê. (ÎLKHA)