Hat ragihandin di meha Sibata 2018an de îhracat ji sedî 9 û îthalat jî ji sedî 19,7 zêde bû.

TUÎK îstatîstîka ticaretê ya meha Sibatê daxuyand. Li gor danayên TUÎKê di meha Sibata sala 2018an de îhracat li gor meha heman sala borî ji sedî 9 û îthalat jî ji sedî 19,7 zêde bû.

Li gor danayên TUÎKê yên ku hatine daxuyandin digel zêdebûnan di meha sibatê de îhracat gihaşt reqema 176 milyon dolar û îthalat jî gihaşt reqema  18 milyar û 986 milyon dolaran.(ÎLKHA)