Barana ku îro çend rojan li Edîrne û derdora wê dibarîye û berfa ku li Bulgaristanê dihelîya bû sedem ku çemên Tunca û Merîcê bi ser ve biçin û di netîcê de gelek pir û mal di bin avê de man.

Piştî ku çem bi ser ve çûn ekîbêb Midûrtîya Rewşa Acîl û Afetê yên Bajêr ên Walîtîya Edîrnê ketin ber hev û heta 24 seatan li ber kevîyên çeman nobedê girtin. Li gor îxbarên ku hatin kirin ekîban canê gelek însan û heywanan rizgar kirin.

Piştî ku li Edîrnê û derdora wê baran sekinî re asta ava di çemên Tunca û Merîcê de dadikeve. Di daxuyanîya ku ji teref Midûrê Herêma 11emîn a DSÎyê ve hatiye belavkirin de hat desdtnîşankirin di çeman de asta avê di asta hişyarîya sor de ye, lê belê hin bi hin asta ava di çeman de dadikeve.(ÎLKHA)