Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê ji daxuyanîya Fransayê re bertek nîşan da û destnîşan kir "Divê welatên muttefîk li dijî terorê helwesteke teqez nîşan bidin. Em navbeykarîya bi rêxistinîbûna terorê re red dikin."
Çi bûbû?
Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê li Qesra Elyseeyê bi hinek komên Sûrîyeyî yên ku di nav wan de temsîlarên Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê(HDS/PKK/YPG) hebûn re hevdîtin kiribû.
Piştî hevdîtina ku hat kirin re Macron daxuyanîyek dabû. Macron di daxuyanîya ku dabû de derbarê mijarê de wiha gotibû: "Me garantîya destekê da YPGê, em dikarin di navbera Tirkîye û Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê de bibin navbeynkar."(ÎLKHA)