Derbarê vekişîna Amerîka ya ji Sûrîyê de ji teref Serokê dewleta Amerîka Donald Trump ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de wisa hat gotin: " Em ê di demeke nêz de ji Sûrîyê vekişin. Em ê dev jê berdin, bila hinek kesên din pê mijûl bibin. Bes sedemeke me hebûna me ya li Sûrîyê hebû ew jî DAIŞ. Di warê micadeleya bi DAIŞê re hema hema em gihaştin armanca xwe."

Berdevkê Serokatîya Wezareta Karên Derve yê Amerîka Nauert jî derbarê mijarê de wiha got: "Ez ji wê polîtîkaya me ya ji Sûrîyê vekişînê haydar nînim."(ÎLKHA)