Hat ragihandin li Kayserîyê ji ber barana ku zêde barîya lehî rabû, ji ber lehîyê gelek welatî mahsûr man.

Li Gungê Buyukçayira girêdayê Yahyaliya navçeya Kayserîyê ji ber barana ku zêde barîye lehî rabû. Ji ber lehîyê gelek welatî mahsûr man. Bo kesên ku mahsûr mane bên xelaskirin gelek ambûlans û yekîneyên UMKE û AFADê hat sewqkirin cihê bûyerê.

Welatîyên ku ji ber lehîyê mahsûr mabûn ji teref îtfaîyevanan ve hatin xelaskirin. Ji alîyekî ve xebatên rizgarkirinê berdewam dike. Hat ragihandin di malan de xisar pêk hatiye.(ÎLKHA)