Bo qerara ku di 29ê Îlona sala 2017an de ji teref birêveberîya navendî ya Iraqê hatibû dayîn seferên şîrketên rêyaasimanî yên biyanîyan ber bi Hewlêr û Silêmanî hatibûn rawestandin.

Piştî ku birêveberîya navendî astengên li ber seferan rakir re , Tirkîye jî sehaya xwe ya asîmanî bo Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr vekir.

Di daxuyanîyên ku berî niha derbarê mijarê de ji teref hikûmeta Iraq û Tirkîyê ve hatibûn dayîn de hatibû destnîşankirin ku ew ê astengên ber seferan bên rakirin û dê sefer cardin dest pê bikin.

Her weke ku dê bê bîran hikûmeta navendî ya Iraqê bi hinceta referandûmê  serxwebûna Kurdistana Iraqê seferên balafiran dabû sekinandin.(ÎLKHA)