Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê pîrozbahîyên Newrozê bûn hedefa êrîşeke bombeyî, di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 36 kes jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyanîya Wezareta Tenduristîya Kamûyê ya Efxanistanê êrîş li kolana di navbera Zanîngeha Kabîlê û nexweşxaneyeke dewletê pêk hat.

Şefê Polêsên Kabîlê Daud Amîn  derbarê mijarê de destnîşan kir kesê êrîşkar bi peyatî bi ser ketiye ku xala polêsan derbas bike û di nava qelebalixê de teqemenîya li ser xwe teqandiye.

Derbarê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)