Hat ragihandin nîvê şev kesên nasnameya wan nediyar li Kpenghaga paytexta Danîmarkayê bi molotofan êrîşî birin li ser Balyozxaneya Tirkîyê.

Ji teref polêsê Danîmarkayê ve hat destnîşankirin di dema êrîşê de tu kes di avahîyê de tunebû.

Tê diyarkirin êrîş herî kêm ji teref 4 kesan ve hatiye lidarxistin. Polês heta niha derbarê nasnameya êrîşkaran de tu agahî neda.(ÎLKHA)