Li gor agahîyan ku hatine wergirtin hêzên taybet ên girêdayê TSKyê û yekîneyên Arteşa Azad a Sûrîyê li navenda Efrînê dest bi operasyonê kirin. Tê diyarkirin yekîneyên Artêşa Azad a Sûrîyê ji rojhilatabaşûr a Efrînê ketin nava bajêr.

Di dema peşveçûna li  bajêr de dengê çekan û teqîna teqemenîyan tê  û her wisa balafirên şer  ên aîdî Tirkîyê jî li asîmanên Efrînê difirin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji 9 taxên Efrînê taxek ketiye destê Artêşa Azad a Sûrîyê.(ÎLKHA)