Fîzîknasê li tevahiya dinyayê navdar, esmannas, teorîsyen û nivîskar Prof. Dr. Stephen Hawking vê sibê li mala xwe ya Cambridgê mir. 

Mirina zanyarê Îngîlîzê Hawkingê 76 salî ji teref malbatawî hat îlankirin.

Stephen Hawking kîye?

Fîzîknasê Îngîlîz, esmannas, teorîsyen û nivîskar Prof. Dr. Stephen Hawking di 8ê Çileya 1942an de li bajarê Oxforda Îngîlter hat dinya yê. Di mekteba bavê xwe ya tibê ya Zanîngeha Oxrordê perwerdehîya fizîkê dît.

Havkîngê bi xebatên zanîstî dihat naskirin xwe wek xwedênenas dida nîşandan. Hawkîng di 21 salîya xwe de bi nexweşîya Amyotrofik lateral skleroz (ALS) ya ku tedawîya wê tinebû ket. Ji ber vê nexweşîyê sistema tamarê wî yê sinir felç bû, lê belê heşê wî faliyetên xwe dewam kir û hawkîng di ereba seqetan de jiyana xwe dewam kir.

Hawkîng, di jiyana xwe ya rojane û xebatên xwe yê zanîstî de ji malbata xwe û kesên derdora xwe alîkarî digirt. Hawkîng bi lêkolînên berfireh yên li ser fîsîka kûantûm û çalên reş dihat naskirin. (ÎLKHA)