Trump vê guherînê ji ser hisaba xwe ya twîtterê ragihand. Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê Mîke Pompeoyê Serokê CIAyê bê şûna Tîllerson û dû şûna Pompeoyê de jî Gîna Haspel bê wezîfedarkirin.

Trump di daxuyanîya ku belav kir de her wisa ji Rex Tîllerson re spasîyên xwe anî zimên û got "Ew ê Serokê CIAyê Mîke Pompeo bibe wezîrê me yê nû yê karê derve. Ew ê karên pir baş bike. Ez ji Tîllerson re ji ber tiştên ku kiriye spas dikim. Ew ê GÎna Haspel jî bibe pîreka yekem a ku wek serok ji CIAyê re hatiye hilbijartin."(ÎLKHA)