Hat ragihandin otobusa bi plaqeya 60 FH 302 a ku aîdî fîrmaya bi navê Împarator bû û ji Stenbolê ber bi Tokatê ve diçû li ser 30emîn kîlometreya Rêbeja Osmancik-Kargiyê ji paşve li TIRa ku parkkirîbû qelibî.

Qeza derdora seat 05.30an de pêk hat. Di encama qezayê de  13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Lê ji ber ku di otobusê de şewat derketiye hejmara birîndar giran gelek zêde ye û ji ber vê yekê derbarê hejmara mirîyan de reqemeke eseh nayê dayîn.(ÎLKHA)