Ew ê di 19ê Adarê de li Washingtonê di navbera wezîrên derve yên Tirkîye û Amerîka de hevdîtinek bê kirin û dê di hevdîtinê de vekişîna PKK/YPGê ji Minbicê û tesîskirina ewlehîya herêmê bê gotûbêjkirin.
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu derbarê mijarê de diyar kir " Piştî ku YPG ji Minbicê vekişîya ew ê ewlehîya wê derê ji teref leşkerên Tirk û Amerîka ve bê tesîskirin. Ew ê vekişîna YPGê ya ji Minbicê dê di bin çavderîya Amerîka û Tirkîyê de bê kirin. Ew ê rewşa Minbicê û nexşeya rê di 19ê Adarê de diyar bibe."(ÎLKHA)