Serekşêwirmenda Serokomar Parêzer Ozlem Zengîn, li Zanîngeha Mûş Alparslanê (MŞU) di konferansa bi sernava "Li Tirkîyê Darbe, Qanûna bîngehî û Sîyaset" de xîtabî xwendekaran kir.

Piştî axaftinê li ser pirsa nûçegîhanê ÎLKHAyê ya derbarê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ya ji nûve Zengînê wiha bersiv da: "Bi rastî ev nayê wateya ku tu tiştek nayê kirin. Di vî warî de xebatek me heye. Ji xwe ewê wê bi raya giştî re bê parvekirin. Ji ber ku ez hiqûqnasim em vê mijarê her tim dixin rojeva xwe. Berya niha di televîzyonekê de jî em vê mijarê axivîbûn. Li gor min gelek nigê vî tiştî heye. Bi taybetî a yekem di heqê dozên 28ê Sibatê yê dewam dikin de ye. Yanî daraza di heqê kesên 28ê Sibat kiriyê dewam dike. Di nava wan kesan de derdora 90 kesîn niha tên darizandin henin. Dema pêvajiya darazê dewam dike kesên jiyana xwe ji dest dan jî çêbûn. Di vî warî de ji bo wan cizayên zaf giran tê xwestin. Ev li bal min bi qîmet e. Di heqê 28ê Sibatê de bi taybetî darizandina leşkerên darbekar ev zaf mihîme. Lê belê wê çaxê ji bo ji darbeyê re amadehîyan bikin gelek ciwan xistin zîndanan û gelek kesên 10-20 salan di zîndanan de man û dû re derketin hebûn."

"Di vî warî de lazim e darazeke ji nûve bê kirin"

Zengînê, di dawîya axaftina xwe îfade kir ku biryareke ji teref darazê ve hatibe dayîn em nikarin wê biguherînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em nikarin wan biryaran bi Qerarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji holê rakin. Lê belê tiştên di vî warî de bê kirin darazeke ji nûve ye. Di vî warî de amadehîyên Wezareta Edaletê henin. Di nava xebatekê de ye. Ez bawerim ku dema ev xebatana bi dawî bibe wê wan dosyana yek bi yek ji nûve bên vekirin. Heger hûn temamê biryarên wî hakimî dane ji holê rake wê çaxê wê qaos çêbibe.

Ji ber vê yekê di vî warî de bê wê daraza ji nûve çawa bê kirin niha xebatek tê kirin. Di encama van teva de xebatên Wezareta Edaletê dewam dike. Wezareta me ya Edaletê wê biryara veya bide. Wezareta Edaletê ji van mexdûrîyetana haydare û çi hewce bike wê bike."

Rektorê Zanîngeha Mûş Alparslan Prof. Dr. Fethi Ahmet Polat, alîkarê rektor, akademîsyen û gelek xwendekar beşdarî bernameyê bû. (ÎLKHA)