Piştî berf û barana ku li Edîrnê barîya re germahîya hewayê derket 18-20 dereceyan. Ji ber germbûna hewayê berfa ku barîya helîya û digel tesîra barana ku berî niha barîyabû  Çema Tunca ser ve çû û gihaşt asta "îqaza sor."

Digel serveçûna çemê Sarayîçîya ku lê pêlewanî tê kirin bi temametî di bin avê de ma. Ekîbên Midûrtîya Ewlehîyê ya Edîrneyê temamê rêyên ku diçin mewqîya Sarayîçîyê girtin.

Ji teref Enstîtuya Hîdrolojî û Meteorolojîya Navneteweyî ya Bulgaristanê destnîşan kir ji 9ê Adarê pê ve heta 4 rojan ew ê asta avê ya Çemên Tunca û Merîçm zêdetir bibe.(ÎLKHA)