Di daxuyaniya ku ji ser hisaba fermî ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve di 2yê Adarê hatibû dayîn de hatibû ragihandin ku serîlêdanên mamostetiya bi hevpeyman ew ê karibin di navbera 2-8ê Adarê de bên kirin. Ev serîlêdan dê sibe bi dawî bibin.

Serîlêdanên ku di 2yê Adarê de dest pê kirin dê  sibe ango di  8ê Adarê de bi dawî bibin û kesên ku bixwazin serî lê bidin dikarin kirarîyên serîlêdanê ji ser e-Devletê bikin.(ÎLKHA)