Serlêdanên demsala biharê ya Ezmûna Personelê Akademîk û Perwerdeya Bilind (ALES) îro dest pê kirin. Serlêdan ew ê di navbera dîrokên 7-15ê Adarê de karibin bên kirin.

Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) eşkere kir ALES dê li navenda 81 bajaran û  Lefkoşeyê were tertîpkirin.

Namzed dikarin li ser navnîşana OSYMyê ya http://www.osym.gov.tr yê serlêdana ezmûnê bikin.(ÎLKHA)