Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê mijarê de hatiye dayîn de hat destnîşankirin di operasyonên ku di heftîyekê hatin kirin de 4 hezar û 700 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin tevde 79 operasyon hatine kirin. Li gor daxuyanîyê  ji van 4 hezar û 700 kesên ku hatine binçavkirin 216 ji PKKê, 37 kes ji Çepgira Radîkal, 46 kes ji DAIŞê, 765 kes ji FETO, 3 hezar û 530 kes ji tiryakê û 104 kes jî di bergeha micadeleya koça bêbirêkûpêk de hatine binçavkirin.(ÎLKHA)