Hat ragihandin Merasîma avêtina temela merhaleya 2yemîn a xeta borûyê ya ku dê xaza sirûştî ya Tirkmenistanê veguhezîne Pakistan û Hindistanê û dê nexşeya enerjîyê ya Asyaya Navîn biguherîne û tê diyarkirin dê di sala 2020an de biqede  li herêma Serhetabata Efxanistanê hat tertîpkirin.

Serokên dewletên Pakistan, Tirkmenistan û Efxanistanê, Wezîrê Karên Derve yê Hindistanê, temsîlkarên paye bilind û gelek kesên din beşdarî merasîma avêtina temelê bûn.(ÎLKHA)