Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de ji teref Wezareta Turîzm û Çandê ve "Qerara Lijneya Bilind a Parastina Heyberên Çandî" hat weşandin.

Li gor qerara ku hatiye weşandin hukmên ku di bin navê "Ji nû ve înşakirinê" de ne dê li mizgeft, mescîd û turbeyan bê tetbîqkirin.

Di hevdîtinên ku li ser qerarê hatin kirin de biryar hat dayîn ku mescîd, mizgeft û turbeyên ku ji ber sedemekê xera bûne dê ji nû vê bên înşakirin.(ÎLKHA)