Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber berfa ku hêj dibare li navenda Mûşê û îi Gimgimê rêya 30 gundan hat girtin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur derbarê mijarê de diyar kir  ji ber berfa ku dibare li Gimgimê rêya 9 gundan û li 21 gundên girêdayê navenda Mûşê hatin girtin ku bo rê bên vekirin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)