Hat ragihandin li Mogadîşuya paytexta Somalîyê li nêzî Qesra Serokatîyê du wesayît bombebarkirî hatin teqandin. Di encama teqînên ku pêk hatin de 18 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Berîya êrîşê bi rojekê li welêt "îqaza terorê" hatibû kirin.
Di meha Cotmeha sala borî dîsa bi qamyoneke bombebarkirî êrîş hatibû lidarxistin û di êrîşê de 500 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)