Hat daxuyandin li Sûrîyê di wan êrîşên ku ji roja yekşemê vir ve li Gutaya Rojhilat tên kirin de herî kêm 310 kesên siwîl hatin qetilkirin û 1550 kes jî birîndar bûn.

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyanîya ku derbarê Gutaya Rojhilat da de destnîşan kir li Gutaya Rojhilat 400 hezar kes li ser rûyê erdê dojehê dijîn û wiha got: " Ez bang dikim da ku ji wan tahlîyeyên tibbî û alîkarîyên însanî re destûr bê dayîn, lewra niha li wê derê li ser rûyê erdê dojeh tê jiyan.Divê temamê fealîyetên leşkerî yên li wê derê bên sekinandin."

Rêxistina Doxtorên ku Sînoran Nas Nakin jî derbarê rewşa dawî ya li Gutaya Rojhilat de destnîşan kir ji meha mijdarê vir ve êrîş pir zêde bûne bû û hejmara kesên ku di êrîşan de birîndar dibin her ku diçe zêdetir dibe û bo dermankirina van derman nayên tedarikkirin.

Berdevkê Çapemenîya Rêxistina  Alîkarîya Însanî ya Navneteweyî Paul Donohoe jî derbarê mijarê de diyar kir "Tirsa wan a herî mezin ew e ku ew tiştên ku li Helebê pêk hatine li Gutaya Rojhilat pêk bên."(ÎLKHA)