Di civîna ku li Sofyaya paytexta Bulgaristanê hat kirin de serbestîya wîzê ya ku dê bo Tirkîyê bê tetbîqkirin hat gotûbêjkirin û di encama nirxandinê de bo serbestbûna wîzê ji Tirkîyê nermkirina qanûna micadeleya bi terorê hat xwestin.

Didier Reyndersê Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê derbarê mijarê de diyar kir ger Tirkîye di vî warî de li gor nirxên Neteweyên Yekbûyî hereket bike ew ê di warî serbestîyê wîzê de pêşveçûn zûtir çêbibe.(ÎLKHA)