Li gor daxuyanîya ji teref Wezareta Karûbarên Derve de hat kirin de, wê îsal Konferansa Navneteweyî ya Ewlehîyê ya Munîhê ya 54emîn wê di nava 16-18dê Sibatê de bê tertîbkirin.

Di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyana: "Konferansa ku Serokwezîrê me Birêz Bînalî Yildirim û Wezîr Birêz Mevlût Çavûşoglû wek axaftvan hatine dawetkirin. Konferansa îsal ji bo dewleta me û bûyerên li herêma rojhilatanavîn zaf girînge. Di konferansê de wê bi gelemperî li ser micadela li dijî terorê, NATO, têkiliyên transatlantîk, parastina Ewrûpa, koçberî, ewlehîya sîberê û ewlehîya enerjîyê wê di mijarên navneteweyî bên rojevê û bê nirxandin."

Di dawîya beyanatê de hat îfade kirin ku bi vê wesîleyê Çavûşoglûyê bi hevmeqmên xwe re hevdîtinên du alî bike. (ÎLKHA)