Şerê li Sûrîyê ya ku di sala 2011an de dest pê kir bû sedam ku bi sed hezaran însan jiyana xwe ji dest bidin û bi milyonan însan jî bibin koçber. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî 6 milyon însan li Sûrî cihên ku lê dijîyan  terk kirin û di nava Sûrîyê de di ciheke din de bi cî bûn; her wisa 5 milyon Sûrîyeyî jî bûn penaber û li welatên derdorê bi cî bûn.

Urdunê ku ji milyonek û 300 hezar Sûrîyeyî re xwedîtîyê dike berî vê demekê ji 88 hezar kesên penaber ên ku li welat dijîn re destûra xebatê da.(ÎLKHA)