Weke ku tê zanîn serîlêdanên ku di 2yê Çileyê de dest pê kiribûn û 11 Çileyê de bi dawî bûbûn. Piştî ku serîlêdan bi dawî bûn re dihat hêvîkirin ku lîsteyên teqez bên eşkerekirin; lê belê hinek sazî dest bi daxuyandina endamên serîlêdanan kirin.

Wezaretên Karên Derve û Tenduristîyê, Sazîya Ewlehîya Giştî navên kesên ku serîlêdanên wan hatine qebûlkirin û redkirin daxuyand.

Piştî ku navên teqez hatin diyarkirin ew ê di navbera 3-22 Adarê de îmtîhan bê tertîpkirin.(ÎLKHA)