Li Perxa Solaxanê sala borî ji ber xebatên rêya hesinî di erd û zevîyan de terikandin pêk hatin, digel baran û berfa ku barîya ev terk zêdetir bûn ku ev yek jî dibe sedem ku gundî bitirsin û dilnerihet bibin.
Gundîyên ku li gund dijîn derbarê mijarê de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re vegotin. Gundîyên ku axaivîn gazin û gilîyên xwe anîn zimên derbarê mijarê de ji rayedaran alîkarî teleb kirin.
Kenan Tugen ji şênîyên gund derbarê mijarê de diyar kir terk û qelşên ku pêk hatine ji ber rêya hesinê ya ku li nin gund tê çêkirin pêk hatiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber vê meselê AFAD hat vê derê û lêkolînan kir, lê belê heta niha tu kesî derbarê mijarê de tu agahî nedan me. Nêzî hezar donim erdên me ji ber xebata rêya hesinê tev xirabû û em nema dikarin jê sûdê werbigrin. Em dixwazin rayedar yekîneyan bişînin vê derê da ku li vê derê lêkolînan bikin û gavine şenber bavêjin. Em li vê derê di nav endîşê de disekinin. Bila çareyekê bo me bibînin."
Her wiha çend kesên bi navê Abdullah Demîr, Mehmet Tahir Çetîner û Atîk Tugenê ku şênîyên gund in derbarê qelş û terkên ku li gundê wan pêk hatine de destnîşan kirin her ku diçe terk û qelş ber bi malên wan ve tên ku ew ji ber vê yekê êvaran nikarin razin û dilnerihet in.
Yrd. Doç. Dr. Vedat Avciyê ku li Beşa Cografyayê ya Fakulteya Fen Edebîyat a Zanîngeha Bîngolê dixebite derbarê mijarê de diyar kir ji ber ku li gund ji ber ku dengeya quntarê xera bûye erdhezan pêk hatiye. (ÎLKHA)