Cotkarekî navê wî nehat hînbûn û li gundê Buxçika Sîwerekê cotkarîyê dikir miha xwe ya ku havis bû anî ba baytar. Alî Demîrkapiyê ku li navçm baytarîyê dike di kontrola ku kir de tespît kir ku berxik di zikê diya xwe de miriye.

Piştî mudaxeleya ku baytar kir re mih ber avêt. Berxika ku hat dinyayê bi 8 lingan bû. Baytar Demîrkapi derbarê mijarê de diyar kir berxik di zikê diya xwe de miriye û dû re wiha got: " Niha rewşa mihê baş e, me mudaxeleya pêwîst kir û me dermanine bi kar anî. Lê ji ber ku di dema ku berxik çêbû de mih zehmetî kişand ku ji ber wê yekê bi zehmetî li ser piyan disekine. Xwediyê mihê ji me re got ku ew cara ewil li rasta tiştekî wisa tê û ew ecêbmayî maye."

Welatîyên ku berxika bi 8 ling a ku wek mirî hat dinyayê dîtin ecêbmayî man.(ÎLKHA)