Hat ragihandin di êrîşa bombeyî ya ku li Kabîla paytexta Efxanîstanê bi wesayîta bombebarkirî hat tertîpkirin de hejmara kesên jîyana xwe ji dest dan derket 103yan û ya kesên birînda bûn jî derket 235kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Hundir ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin bo êrîşkar bigihêjine ciyê bûyerê wek tîmê tendirûstîyê xwe daye nîşan dan û êrîşa teqemenîyê di ambûlansê de bi cî kiriye.

Hat diyarkirin ji ber êrîşa bombeyî ya ku hat tertîpkirin gelek avahîyan zirar dîtîye. Li cihê ku lê êrîş hat kirin tedbîrên herî zêde dihatin standin û temsîlkarên dîplomatîk ên gelek welatan li wê derê diman. Piştî êrîşa ku hat kirin rê ji trafîkê re hat girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di encama êrîşê de heta niha 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 235 kes jî birîndar bûne û rewşa hinek birîndaran giran e.

Ahmad Fahimê ku li devera êrîş li hat rastkirin esnafî dikir îfade kir ku gelek esnafan di êrîşê de jîyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn.

Êrîş li temamê bajêr hat hîskirin û bi sedem êrîşê li Efxanîstanê rojekê şîn hat îlankirin û ala daxistin nêvî. (ÎLKHA)