Ji teref TSKyê ve di 20ê Çile de li Efrînê li dijî PKKê operasyon hatibû destpêkirin û di çarçoveya operasyonan de heta niha 23 hedef hatine îmha kirin û 343 mensûbên rêxistinê jî hatine kuştin.
Derbarê mijarê de ji teref TSKyê ve daxuyanîyek hat dayîn û di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku li dijî mewzî, şikeft û depoyên sîlehan yên PKKe û IŞÎDê êrîş hatine rast kirin û 23 hedef hatine îmhakirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku: "Di çarçoveya herekata Çiqlê Zeytûnê de heta niha li gor agahiyên çavkanîyên deverê hatine bidestxistin: herî hindik 343ê endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê û 23 hedef jî hatine berterefkirin." (ÎLKHA)