Hat ragihandin li nêzî bajêra Mîlanoya Îtalyayê trênek qeza kir.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin trêna ku ji Mîlano ber bi Venedîkê ve diçû derdora seat 07.00an de di navbera îstasyonên Segrate û Pîotello ji rayan derket û qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 jê giran herî kêm 100 kes birîndar bûn.
Hat hînbûn polêsên Mîlanoyê lêpirsîn dane destpêkirin û makînîstê trênê tê pirsîyarîkirin.(ÎLKHA)