Yekîtîya Tabîbên Tirk bi daxuyanîyên ku berî niha belav kiribû propagandaya PKKê kiribû vêcar jî nav neda lê derbarê operasyona Efrînê ya ku li dijî PYD/PKKê hat destpêkirin de rexneyan kir.
Di daxuyanîya ku bi sernava "Şer problemeke tenduristîya xelkê ye" hat belavkirin de derbarê operasyona Efrînê de daxuyanîyên sosret û ecêb hatin dayîn.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ev tişt hatin gotin:
"Em hekîm hişyarîyê dikin. Şer problemeke tenduristîya xelkê ya ku bi destê însan tê kirin e ku ev yek di tabîatê de tehrîbetê dike û jiyana civakî tehdîd dike. Temamê şeran digel xwe problemên fîzîkî, civakî û hawirdorî derdixin holê û çareya van gelekî bi zehmet e. Em wek endamên meslekeke ku li ser jiyandinê sond xwarine, em ji eqlê xwe dernaxin û ji bîr nakin ku parastina jiyanê û xwedî derketina îqlîma aştîyê wezîfeya me ya ewil e. Rêya bi şer re micadelekirin sazkirina jiyanake aştîyane, azad, wekhev û demokrat e Ji şer re naxêr,aştî hema niha."(ÎLKHA)