Hat ragihandin li Beştepeyê di serokatîya Serokomar Erdogan de 'Civîna Nirxandina Ewlehîyê' hat tertîpkirin. Civîn di seat 12.00an de dest pê kir.

Mijara herî girîng a civînê operasyona Efrînê ya ku ji teref TSKyê ve hatibû destpêkirin û rewşa dawî ya operasyonê bû.

Serokwezîr Bînalî Yildririm, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî û gelek kesên din ên rayedar beşdarî civîna ku ji çapemenîyê girtî hat tertîpkirin bûn.(ÎLKHA)