Akdag piştî tehqîqet û lêkolînên li Kilîsê kir re derbasî Hatayê bû. Akdag li Reyhanliya Hatayê li Odaya Pîşesazî û Tîcaretê ya Reyhanliyê daxuyanîyeke çapemenîyê da.
Akdag di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da de helwesta Amerîka ya li herêmê rexne kir û got: " Amerîka xeletîyê dike. Amerîka li herêmê ji xwe re wek şirîk rêxistineke terorê hilbijart ku bi vê yekê xeletî kir. Amerîka vê yekê di rabirdûyê de jî kir."(ÎLKHA)