Hat ragihandin li bakûrê Hondurasa ji welatên Amerîkaya navîn di mezinahîya 7.6an de erdhejek pêk hat. Piştî erdheja ku pêk hat re îqaza tsunamîyê hat kirin.

Hêj derbarê tesîr û zirara erdhejê de tu agahî nehat dayîn.

Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê  derbarê mijarê de diyar kir tundîya erdhejê 7.8 e, lê belê dû re wek 7.6 guhert.

Piştî erdhejê ji teref Navenda Îqaza Tsunamîyê ya Pasîfîkê  bo herêmên Honduras, Porto Rîko û Giravên Vîrgînê îqaza tsunamîyê hat kirin.(ÎLKHA)