Faruk Ozluyê Wezîrê Zanist, Pîşêsazî û Teknolojîyê derbarê leşkerîya heyama kurt a ji bo mezûnên dibistana bilind a meslekê daxuyanî da. Ozlu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "Ji mezûnên zêdetir pêdivîya me bi personelên bi wesf heye. Pêdivîya nexweşxaneyan ji doxtoran zêdetir bi hemşîreyan heye. ji bo mezûnên Dibistana Bilind a Meslekê leşkerîya heyama kurt di rojevê de ye."(ÎLKHA)