Hat ragihandin Partîyên koalîsyonê yên ku Serokwezîra Almanyayê Merkel ji wan re pêşîvantîyê dike li ser pêşnûmaya ku dê pê kesên ku rejîm û hebûna siyonîstan nas nakin bên deresînorkirin de dixebitin.

Li gor xebera Dîe Welt " Kesên ku şêwaza jiyanê ya cihûyan û hebûna siyonîstan nas nekin" dê nikaribin li Almanyayê bimînin û bijîn.

Di metna pêşnûmayê de qesta Mislimanan hat kirin û hat destnîşankirin "Digel însanên ku ji Rojhilata Navîn ji ber sedemên cûrbecûr ji teref Almanyayê ve hatine qebûlkirin li welêt dijmintîya cihûyan pêşve çûye."

Her wiha di metna pêşnûmayê de hat diyarkirin "Divê li hember wm dijmintîya Mislimanan a li dijî cihûyan haydar bin û divê li ser bê rawestin. Her wisa divê bê lêkolînkirin ka ew dijminên cihûyan ên ku bi şikleke eşkere remz û sembolên îsraîl û cihûyan dişewitînin heye yan tuneye."

Hat ragihandin ew ê pêşnûma di 27ê Çileyê de ji meclîsê re bê teqdîmkirin.(ÎLKHA)