Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di vegera ziyareta Fransayê de di balafirê de daxuyanî da. Serokomar Erdogan di daxuyanîya ku da de derbarê bicîbûna PKKê ya li Sûrîyê de rexneyan kir û wiha got: " Amerîka digel YPGê micadele dike. Dema ku me lê xist em didin rûniştin. Ne PKK dikare tiştekî bike û ne jî YPGê. De hayde ger qeweta wan bes be bila di meseleya korîdora terorê de bimeşin. Em ê wê dera ku wek korîdora terorê difikirin ji wan re bikin qebir."(ÎLKHA)
"Amerîka digel YPGê micadele dike"
Serokomar Erdogan wê desteka ku Amerîka dide YPGê rexne kir û got: "Dema ku dor tê gotinê dibêjin em li dijî terorê ne, dû re rêxistina terorêYPGê distîne ba xwe."
07.01.2018 11:05:03 / Xeberen Kurdi