Weqfa Kerwana Umûdê ya ku navenda wê li Stenbolê ye û bi alîkarîyên ku li nava welêt û derveyî welêt dike nava xwe li derdorê daye hesandin bi îmzeya ku bi Dost-Dera Mêrdînê re îmze kir temsîlkarî vekir.
Serokê Dost-Derê Fesîh Memîş derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ew niha ji 100 kesên ku li ba wan qeydkirîne re birêkûpêk alîkarîyê dikin ku ev hejmar her ku diçe zêdetir dibe.
Memîş di berdewama axavtina xwe de diyar kir alîkarîyên ku ew wek komelê dikin ne bes in û ji ber vê yekê bang li xêrxwazan kir da ku ji wan re alîkarî bê kirin.Memîş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Komeleya me ji roja ku hatiye damezrandin vir ve heta ku ji destê wî tê di çarçoveya derfetên xwe de hewil da ji malbatên feqîr re bibe alîkar. Em di van 4 mehên dawî de birêkûpêk hewil didin ji 100 malbatên ku hatine testpîtkirin re alîkarîyê bikin. Em hewil didin di navbera xêrxwaz û feqîran de bibin pirek. Em di vê bergehê de li benda alîkarîyên xêrxwazan in."(ÎLKHA)