Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de hat ragihandin di operasyonên ku nav sînorên Dîbekkoy, Yolçati û Çagdaşa Licêya Diyarbekirê hatin tertîpkirin de hezar û 827 kîlo û nîv esrara ku bihaya wê ya piyasê 27 milyon û 130 milyon e hat bidestxistin. Di operasyonê de her wisa 3 teqemenîyên ku bi destan hatibûn amadekirin û di nav zevîyê de hatibûn bicîkirin jî hatin îmhakirin.
Her wisa di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat ragihandin operasyonên ku di 3ê Çileyê de hatibû destpêkirin di 5ê Çileyê de bi dawî bû.(ÎLKHA)