Li Naçeya Eyyûbiya navend ya Rihayê li goristana hewşa Mizgefta Eyup Pêxember di hundurê tûrikê naylonî de çîpê însanekî yê jêkirî hat ditin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin bûyer vê sibê li goristana hewşa Mizgefta Eyup Pêxember qewimî. Dema welatî ji bo nimêja şefeqê bikin hatin mizgeftê û nimêj kirin. Piştî nimêjê dîtin ku di nav goristanê de tûrikekî naylonî yê reş dîtin. Li ser vê yekê welatiyan agahî dan wezîfedarên ewlehiyê yên derdorê. Dema wezîfedarê ewlehiyê hat ciyê bûyerê bi kêra xwe kîsik vekir, dît ku çîpa însanekî ya jêkirî heye.

Wezîfedarê ewlehiyê agahî da polêsan. Li ser vê yekê ekîbên ewlehiyê hatin ciyê bûyerê û li derdorê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin.

Çîpa het dîtin ji bo lêkolînê birin Tiba Edlî ya Rihayê. Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)